CENTCOM: Me 30 cihên DAIŞê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona 'Hawk Eye Strike' de 10 êrişên asmanî li ser zêdetirî 30 cihên DAIŞê pêk anîne.

CENTCOMê da zanîn ku di operasyonên 2 mehan de nêzîkî 50 endamên DAIŞê hatine girtin û kuştin.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di navbera 3 û 12ê Sibatê de 10 êrişên asmanî li ser zêdetirî 30 cihên DAIŞê yên li Sûriyeyê hatine kirin.

Hat diyarkirin ku di êrişan de binesaziya DAIŞê û depoyên çekan hatine hedefgirtin.

Hêzên CENTCOMê di navbera 27ê Kanûna Paşîn û 2yê Sibatê de jî 5 êrişên din pêk anîbûn.

Di wan êrişan de navendeke ragihandinê, navendeke lojîstîkê û depoyên çekan ên DAIŞê hatibûn hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniyê, di 2 mehên operasyonan de zêdetirî 50 endamên DAIŞê hatin kuştin û girtin.

Her wiha zêdetirî 100 deverên binesaziyê bi bikaranîna bi sedan teqemeniyan hatin hedefgirtin û wêrankirin.