Nameya pirsgirêka kurdan gihîşt De Mistura
Navenda Nûçeyan - Îtilafa Dijbereya Sûriyê nameya xwe gihand Nûnerê Navdewletî Staffan De Mistura ku rêkeftina ENKSê ligel Îtilafê jî di nav wê nameyê de ye.
Berdevka şanderê navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, Jêsî Şahîn di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku îro Staffan De Mistura ligel Serokê Desteya Qanûnî ya Îtilafê Heysem El-Malih re civiya.
Ji aliyê din ve Endamê Desteya Siyasî ya Îtilafê Fûad Elîko ji Rûdawê re ragihand ku ew nameya ku Îtilafê ji De Mistura re şandiye, nerîna Îtilafê derbarê pêşeroja Sûriyê û herwiha rêkeftina ENKSê û Îtilafê derbarê pirsa kurd li Sûriyê li xwe digire.
Di rêkeftina ENKSê ligel Îtilafê de hatiye gotin ku kurd beşekî sereke ji Sûriyê ne û divê îtirafeke destûrî bi kurdan li Sûriya pêşerojê bê kirin. Herwiha divê siyasetên li dijî kurdan li Sûriyê werin rakirin û navê "Komara Sûriye ya Erebî " bibe "Komara Sûriye".