Artêşa Sûrî binkeya Arak a stratejîk kontrol kir

Navenda Nûçeyan - Artêşa Sûrî ragihand ku hêzên wê binkeya Arak a stratejîk li Himsê kontrol kir.

 

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûrî ragihand ku Artêşa Sûrî got ku hêzên wê sêgoşeya Arak li gundewarê rojhilatê Himsê ji destê çekdarên DAIŞê kontrol kir.

 

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûrî li ser gotina çavkaniyekê ji Artêşa Sûrî ragihand ku hêzên Artêşa Sûrî li Badiyeya Sûrî li rojhilatê Himsê ber bi sînorê Iraqê ve, di pêşketinê de ye û sêgoşeya Arak û girên derdorê bi kûrahiya 3 km û panahiya 6 km kontrol kirine.

 

Li gorî ragihandina Artêşa Sûrî, wan hewlên çekdarên DAIŞê ji bo vegerandina navçeyê têk birine.

 

Ev dem bêhtir ji mehekê ye ku şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûrî û çekdarên DAIŞê de li navçeya Badiye û binkeya Arak diqewimin.