Li Îdlibê teqîneke mezin: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku teqînekê parêzgeha Îdlibê ya li bakurê rojavayê wî welatî hejand û di encamê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê SANAyê ragihand ku “ji ber sedemeke nediyar li nêzîkî bajarê Îdlibê teqînek çêbû”.

Şahidan ji Ajansa Nûçeyan a France Pressê re da zanîn ku wan li herêmên rojavayê navenda parêzgehê dengê teqînê bihîstiye.

Li gorî Birêvebiriya Tenduristiyê ya Îdlibê anî ziman, “2 kesan canê xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne.”

Çavkaniyên xwecihî yên Sûriyeyê jî dibêjin: “Dengê teqînên mezin ên li pey hev ji baregeheke çekdarên ne Sûriyeyî” hatiye bihîstin ku ew baregeha çekan bûye û “dronek li asman bûye”.

Her wiha amaje bi wê yekê jî dikin ku dûxaneke zêde li herêmê hebûye û xelk ketiye nava tirs û xofê.

Dawiya meha borî jî, di rêze teqînan de li parêzgeha Îdlibê 12 kes miribûn û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûbûn.