Li Babê êrişî Hevya Sor a Tirkiyê kirin: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Di encama êrişekê de li ser otomobîla Heyva Sor a Tirkiyê li bakurê Helebê, kesek hat kuştin û kesek birîndar bû.
Li gor daxuyaniya ji aliyê Hevya Sor a Tirkiyê ve hatiye belavkirin, otomobîleke wan li herêma dikeve navbera bajarokê El Rai û El Babê rastî êrişê hatine.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, grûpeke di nav otomobîleke bê tablo de otomobîla Heyva Sor a Tirkiyê gulebaran kiriye.
Di encama wê êrişê de li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, karmendekî Hevya Sor a Tirkiyê ku li Babê kar dikir, hat kuştin û karmendek jî birîndar bû.
Hatiye belavkirin ku rewşa wî karmendê birîndar baş e û dê bo nexweşxaneyeke Tirkiyê bê veguhastin.
Herwiha piştî êrişê Rêveberê Giştî yê Heyva Sor a Tirkiyê Kerem Kinik jî çû cihê bûyerê û di daxuyanekê de amaje bi wê kir ku li gor yasaya navdewletî karmendên Hevya Sor parastî ne û got, “Ev vê êrişê şermezar dikim. Baweriya min heye ku êrişkar di demek kurt de dê bên girtin.”