Artêşa Azad: 15 hezar çekdarên me tevlî operasyona li rojhilatê Firatê dibin

14-12-2018
RÛDAW
Nîşan Artêşa Azad a Sûriyê Tirkiye Operasyon Rojhilatê Firatê HSD YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Azad a Sûriyê ragihand, ku 15 hezar çekdarên wan di amadebaşiyê de ne û amade ne, ku li gel artêşa Tirkiyê beşdarî operasyonên li rojhilatê Firatê bibin.

 

Yek ji berdevkên Artêşa Azad a Sûriyê, Yûsif Hemûd ragihandiye, ew piştevaniyê li artêşa Tirkiyê dikin, jibo encamdana operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

 

Yûsif Hemûd herwiha gotiye, Artêşa Azad a Sûriyê jî dê tevli operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî hêzên HSDê li rojhilatê Firatê bibe û û diyar jî kiriye, ku ji bo operasyona li rojhilatê Firatê wan 15 hezar çekdar amade kirine.

 

Berdevkê Artêşa Azad a Sûriyê destnîşan kir, ku ew dê li navçeyên Minbic, Girê Spî û Serê Kaniyê, beşdarî operasyonên artêşa Tirkiyê bibin û tekez kir, operasyona li rojhilatê Firatê dê destpêkê ji nav axa Tirkiyê ve dest pê bike û piştre dê ji nav axa Sûriyê ve operasyon were destpêkirin.

 

Yûsif Hemûd behsa wê yekê nekir, ku operasyon dê kengê dest pê bike, lê got ku wan amadekariyên xwe bo operasyonê kirine.

 

Roja çarşembiyê 12ê Kanûna 2018, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû, ku artêşa Tirkiyê amadekariyên xwe bo encamdana operasyoneke serbazî li rojhilatê Firatê li dijî hêzên Kurdî û bi taybet YPGê bi dawî kirine û tekez kir, di çend rojên bê de ew dê operasyonê di nav axa Sûriyê de dest pê bikin.

 

Ev daxuyanî û gefa Erdogan, rastî berteka Amerîkayê hat û Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagonê) di daxuyaniyekê de ragihand, operasyona serbazî ya bo ser rojhilatê Firatê û li dijî YPGê nayê qebûlkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst