Li Îdlibê êrişî hêzên hikûmetê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Maaret el-Numanê yê parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê, êrişî hêzên ewlehiyê yên  navxwe hat kirin.

Di  êrişa bi çekan de 4 çekdarên hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

"Komên nenas gule reşandin"

Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), komên çekdar ên nenas li başûrê Îdlibê êrişî hêzên ewlehiyê kiriye.

Çavkaniyên fermî piştrast kir ku 4 çekdarên ewlehiyê li cihê bûyerê hatine kuştin.

Her wiha hat zanîn ku çekdarekî hêzên ewlehiya navxwe jî birîndar bûye.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina êrişkaran li herêmê operasyon da destpêkirin.