Xaça Sor: %90 ji Sûriyan di bin xeta hejariyê de dijîn

Hewlêr (Rûdaw) - Xaça Sor a Navdewletî di raporta xwe ya herî nû de got, ji %90 xelkê Sûriyê di bin xeta feqîriyê de dijîn û zêdeyî 15 mîlyon kesan pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Di raportê de hişyarî tê dan ku “metirsiya hilweşîna binesaziya krîtîk a Sûriyê nîgeraniyeke lezgîn e.”

Xaça Sor dibêje, êdî weke pêwîst Netewên Yekbûyî alîkariya xelkê Sûriyê nake û ji %50 alîkariya xwe ya bo xelkê Sûriyê kêm kiriye.

Di raporta xwe de ew rêxistina navdewletî herwiha eşkere kir ku cezayên li ser hikûmeta Sûriyê zirareke mezin gihandine xelkê û tekez dike, êdî pêdawîstiyên sereke li wî welatî peyda nabin.

Xaça Sor a Navdewletî dibêje, nabe civaka navdewletî li hemberî rewşa xerab a xelkê Sûriyê bê deng be û destnîşan dike, eger alîkariyên lezgîn neyên pêşkêşkirin dê karesateke mirovî ya mezin li Sûriyê çêbibe.

Rêveberê Herêmî yê ICRC ê ji bo Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn Fabrizio Carboni dibêje: “Divê civaka navdewletî bi vê rastiya tund re rûbirû bimîne ku rewşa niha li Sûriyê nayê qebûlkirin, û nekirina ti tevgerekê dê encamên xirab li ser hemû kesên ku têde beşdar bûne hebe û dê rêgiriyê li her perspektîfekê ji bo başbûneke domdar a rewşê bike.”

Fabrizio Carboni herwiha gotiye: “Em nikarin çavên xwe li ser êşên gelên Sûriyê bigrin. Divê em pêşî parastina binesaziya krîtîk esas bigrin û bersivên mirovahî yên berfireh bidin.”

Xaça Sor a Navdewletî bang li dewletên xêrxwaz kir ku xwedî “pabendiyeke navneteweyî ya bilez bin ji bo parastina binesaziya krîtîk û xizmetguzariyên bingehîn.”

Rêxistinê di heman demê de tekez jî kir, “Hewldanên hevaheng û zêdekirina budceyê bi awayekî lezgîn ji bo zû başkirina rewşê hewce ne.”

Ji ber şerê navxwe yê li Sûriyê ku zêdeyî 12 salan e berdewam e, bi milyonan xelkê wî welatî penaberî derveyî welat bûne, herwiha bi milyonan kes jî li hundirê welat koçber bûne, û xelk di rewşeke aborî ya pir xirab de dijîn.