Hêzên Sûriyeya Demokratîk: Emê şerê dijminên gelê Sûriyeyê bikin
Navenda Nûçeyan - Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekîtiya xwe ya bi navê Hêzên Artêşa Sûriyeya Demokratîk bi fermî ragihandin û tekez kirin, ku armanca wan avakirina Sûriyeyeke demokratîk e.
Di konfranseke çapemeniyê de, Fermandarê Hêzên Senadîd Şêx Bender Himêdî El-Deham daxuyaniyek xwend û tê de got: "Avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk gaveke dîrokî ye û armanc ji vê yekê, ew e ku em Sûriyeya Demorkatîk ava bikin."
El-Deham herwiha got: " Armanca me ya sereke ew e ku şerê çekdarên DAIŞê û şerê wan hêzên bikin, yên ku dijberiya gelê Sûriyeyê dikin.
El-Deham ragihand ku wan encumena yekbûyî ya leşkerî ya bi navê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk ava kiriye.
Hêzên Sûryeya Demokratîk ji 13 koman pêk tê ku di nav de YPGê, YPJê û Eniya El-Ekrad jî cih digrin.