Zakharova: Êrişên ku li Helebê hatin kirin nayên qebûlkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji Rûdawê re ragihand ku welatê wê ji têkçûna rewşa ewlehiyê ya Heleb û derdora wê dilgiran e.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa da û got:
"Bê guman em ji zêdebûna aloziyên li Heleb û derdora wê dilgiran in.
Armanca me ya sereke ew e ku welatiyên sivîl ên wê herêmê parastî bin.
Ew êrişên ku li wan taxan hatin kirin, bi ti awayî ji aliyê Rûsyayê ve nayên qebûlkirin."
Destpêka vê mehê hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiribû.
Ji ber êrişê bi dehan kesan canê xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn û nêzîkî 150 hezar kes jî koçber bûn.
"Çareserî diyalog e"
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê tekez kir ku tenê rêya çareseriya dawî diyaloga siyasî ye û got:
"Baweriya me ew e ku dan û standin tenê rêya asayîkirina rewşê û gihîştina çareseriyeke demdirêj e ji bo Sûriyeyê, bi mercê ku hemû pêkhateyên wî welatî beşdar bibin û rêz li serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê were girtin."
Zakharovayê amaje bi gotûbêjên di navbera Şam û Qamişloyê de kir û wiha axivî:
"Rûdanên vê dawiyê piştrast dikin, ew Peymana Adara 2025an ku di navbera serkirdayetiya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hat îmzekirin, pêngaveke girîng û pêwîst e ji bo yekgirtina herêmên rojhilatê Feratê ya bi dewleta Sûriyeyê re."
Maria Zakharovayê derbarê pêwendiyên welatê xwe yên bi Tirkiye û Îraqê re jî eşkere kir ku hevahengiyeke wan a nêzîk bi wan re heye û anî ziman:
"Hevahengiya me ya nêzîk bi Tirkiye û Îraqê re li ser hejmarek mijaran heye ku berjewendiyên me yên hevbeş tê de hene."