Hevdestî: Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 45 kes hatin kuştin, 526 kes winda ne

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Hevdestiyê (Ta'azur) ya mexdûran di rapora xwe ya herî nû ya derbarê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê de ragihand ku bi sedan kes bêserûşûn in û bi dehan kes jî hatine kuştin.

Li gorî rapora Hevdestî (Ta'azur) ku xwe dispêre belge û dîmenên vîdeoyî, di dema kontrolkirina herêmê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, zincîreyek ji binpêkirinên fîzîkî, derûnî û tawanan li hemberî xelkê sivîl hatine kirin.

Di beşeke raporê de hatiye diyarkirin, di yek ji dîmenên vîdeoyî de xuya dibe ku termê şervaneke jin ji ser avahiyekê tê avêtin û di heman demê de dirûşmên li dijî Kurdan tên berzkirin.

Li gorî rêxistinê, di şer de zêdetirî 45 kesan hatine kuştin (jin û zarok jî di nav de ne) û zêdetirî 120 kes birîndar bûne.

Her wiha 526 kes bêserûşûn in an jî hatine revandin (29 ji wan jin in û çarenivîsa wan ne diyar e.

160 hezar kes koçber bûn

Li gorî zanyariyên raporê, êriş û bombebaran bûne sedema koçberbûna zêdetirî 160 hezar kesî ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ber bi Efrîn û taxên din ên Helebê.

Her wiha nêzîkî 292 malbatan ku dike zêdetirî hezar kesî, di rewşeke mirovî ya dijwar de ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ve koç kiriye.

Komeleya Hevdestiyê teqez kir ku ew kiryar "binpêkirina eşkere ya yasayên navneteweyî ne" û daxwaza rawestandina demildest a hemû cureyên binpêkirinan a li dijî xelkê sivîl dike.

Her wiha daxwaza lêkolîneke serbixwe û şefaf dike û di heman demê de dixwaze çarenivîsa windayan were eşkerekirin.

Ji bilî vê yekê daxwaz dike ku rê li ber guhertina demografîk were girtin û rê bidin vegera koçberan.

Komeleya Hevdestiyê (Ta'azur) sala 2021ê hatiye damezirandin û endama Koma Çavkaniyan a Mafên Mirovan (HRRG) a ser bi Neteweyên Yekbûyî û Tora Navneteweyî ya Mexdûran (INOVAS) e.