Eshed Şeybanî bi Kurdî nivîsî: Kurd stûneke resen ê Sûriyeyê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê peyameke bi zimanê Kurdî parve kir.
Şeybanî di peyama xwe de Kurd wekî "stûneke resen" ê Sûriyeyê pênase kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî tekezî li ser yekîtiya gelên Sûriyeyê kir.
Eshed Şeybanî got, "Nasnameya Sûriyeyî her tim ji bo hemû zarokên wê bûye yekkar û birayên Kurd di vê avahiyê de stûneke resen in."
"Em ji wan in û ew ji me ne"
Şeybanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got:
"Ew ji me ne û em ji wan in û siberoja me yek e û nayê perçekirin.
Hêza Sûriyeyê di hevgirtina gelê wê de ye û bi yekîtiya xwe em rûbirûyî her astengiyan dibin da ku welatekî azad ava bikin ku ji bo hemû xewn û hêviyên me fireh be."
Hêza Sûrîyê di hevgirtina gelê wê de ye, û bi yekîtîya xwe em rûbirûyî her astengîyan dibin da ku welatekî azad ava bikin ku ji bo hemî xewn û hêvîyên me fireh be
— أسعد حسن الشيباني (@AsaadHShaibani) January 16, 2026