Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Şamê bi Ehmed Şer re civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê çûn Şamê.

Şandeya Kurdan li Şama paytexta Sûriyeyê bi Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.

Li gorî agahiyan, di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Şeybanî û Nûnerê Serokê Hikûmetê Ziyad Ayîş jî amade bûn.

Mijara sereke ya hevdîtinê

Armanca sereke ya civînê ew bû ku temamkirina pêvajoya entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser a nav saziyên dewletê were nîqaşkirin.

Medyaya nêzîkî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser naveroka hevdîtinê hinek agahî belav kirin.

Li gorî van agahiyan, her du aliyan li ser rêbazên bipêşxistina hevahengiyê û hevkariyê gotûbêj kiriye.

Her wiha gavên derbarê entegrasyona saziyên îdarî û leşkerî ya di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de jî hatine nirxandin.