Îsraîlê êrişî Şamê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan ji hewayê ve êrişî têketina avahiya Sererkaniya Sûriyeyê ya li Şamê kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû ku dibe ku ew êrişên xwe yên li Sûriyeyê berfirehtir bikin.

Benjamin Netanyahu her wiha gotibû, “Ev yek girêdayî helwesta rêveberiya Şamê ye."

Artêşa Îsraîlê piştî van gotinên Netanyahu êrişî têketina avahiya Sererkaniya Sûriyeyê kir.

Berdevkê Artêşa Parastinê ya Îsraîlê (IDF) Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got, “Artêşa Îsraîlê demeke kurt berê li herêma Şamê êrişî têketina avahiya Sererkaniya Giştî ya bi ser rejîma Sûriyeyê ve kir.”

Avichay Adraee di dewama daxuyaniya xwe de got, “Artêşa Parastinê ya Îsraîlê, rûdan û çalakiyên li dijî welatiyên Durzî yên li Sûriyeyê dişopîne, li gorî fermanên rayedarên siyasî li herêmê êrişan pêk tîne û li hemberî senaryoyên cuda di rewşa amadebaşiyê de dimîne.”

Hêzên zêde dişînin ser sînorê Sûriyeyê

Di daxuyaniyeke din a artêşa Îsraîlê de hat tekezkirin ku rûdanên li Sûriyeyê ji nêzîk ve tên şopandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hêzên Parastina Îsraîlê şopandina rûdanên li herêma Sûriyeyê didomînin.

Li gorî nirxandina rewşê, biryar hatiye dayîn ku hejmara hêzên li xeta herêma ewlehiyê ya li ser sînorê Sûriyeyê bê zêdekirin.”

Hêzên Parastina Îsraîlê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

“Ji bo pêkanîna ewlehiya xelkê Îsraîlê, Artêşa Parastinê dê hem di asta parastinê de hem jî di asta êrişê de çalakiyên xwe bidomîne.”