SOHR: Li Siwêdayê hejmara kuştiyan derket 248an

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di pevçûnên li bajarê Siwêdayê de ku ji roja yekşemê ve didomin, hejmara kuştiyan derketiye 248an.

SOHRê diyar kir ku di pevçûnan de 64 şervanên Durzî û 28 sivîlên Durzî hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya SOHRê 21 ji wan sivîlan ji aliyê hêzên hikûmetê ve bêyî darizandin hatine kuştin.

SOHRê her wiha ragihand ku 138 endamên hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û 18 endamên eşîrên Ereb yên ku bi wan re ketibûn bajêr jî hatine kuştin.

Li Siwêdayê çi bûbû?

Li parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne di rojên borî de di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên Ereb ên Bedewî de pevçûnên dijwar derketin.

Hêzên girêdayî wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê ji bo rawestandina pevçûnan, gelek leşker û hêzên zêde şandibûn herêmê.

Di êrişên li ser konvoyên wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê de 18 leşker hatibûn kuştin û 9 leşker jî dîl hatibûn girtin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî gotibû, “Em dê rê nedin ku zerer bigihîje Durziyan.”

Îsraîlê piştî vê daxuyaniyê li derdora Siwêdayê êrişên asmanî li dijî konvoyên hêzên wezaretên parastin û karên navxwe yên Sûriyeyê pêk anîbûn.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Qesra, piştî bûyerên li herêmê roja sêşemê ragihandibû ku li Siwêdayê agirbest hatiye îlankirin.