Li Şamê teqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Şamê li taxa Mezeyê teqînek rû da. Piştî teqînê gelek ambûlans ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê ji Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê re ragihand ku di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, li ser Rêbana Mezeyê bombeyeke di nav otomobîleke kevin a rawestandî de teqiya ye. Bûyer li nêzîkî Otela Golden rû da.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Her wiha derbarê kesên ku teqîn pêk anîye de hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.