Hewlêr (Rûdaw)- Duh, yekem roja cejna qurbanê, hevjîna Serokê rejîma Sûriyê, Esma el-Exres, li ser ekrana televizyona fermî ya rejîmê diyar bû.
Hevjîna serokê Sûriyê ku serdana dibistana "keçên şehîdan" dikir, bi şagirtan re darên zeytûnê li hewşa dibistanê çandin.
Esma El-Exres ji televizyona Sûriyê re got: ez li vir im, hevjîn û zarokên min li vir in, û tiştekî normal e ku ez jî bi wan re bim.
El-Exres herwiha got: Ez niha dayika 3ê zarokan me, ezê çawa wan li ser hezkirina welat xwedî bikim, eger ew li vir nejîn.
Tevî ku gellek rapor û nûçe li ser derketina hevjîn û zarokên Beşar el-Esed derveyî Sûriyê der diçin, lê Esed û Hevjîna xwe her dem dixwazin diyar bikin ku jiyana wan normal e û rewş li Sûriyê aram e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse