Li Himsê êrişî qehwexaneyekê hat kirin: 5 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Himsê yê naverasta Sûriyeyê di êrişeke bi çekan de 5 kes hatin kuştin.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê Îxbariyeyê li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku li gundê Um Hareteynê yê Himsê kesek bi çekê ketiye qehwexaneyekê û bi awayekî bêserûber gule reşandine.

Li gorî heman çavkaniyê, di bûyerê de 2 kes mirine.

Piştî êrişê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê çûn cihê bûyerê û ji bo girtina êrişkar xebat hatin destpêkirin.

Li aliyê din, ANHAyê ragihand ku di encama êrişê de 5 kes hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine kuştin Elî Hiwerî, Kemal Elwan, Ramî Bedran, ciwanekî bi navê Salih û muxtarê gundê Wadî El Mewlayê Ebû Xezal in.

Her wiha hat gotin ku rewşa hinek birîndaran giran e.