Li Reqayê 6 ciwanên Kurd hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê tê îdiakirin ku asayîşa hikûmeta Sûriyeyê 6 xortên Kurd bi tohmeta endamtiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtine.
Li gorî çavkaniyên Rêvebireya Xweser, ew ciwan di çarçoveya operasyonên ewlehiyê de li çend taxên bajêr hatine girtin.
Ew xort ji bo navendên desteserkirinê hatine veguhastin.
Heta niha çarenivîsa wan nehatiye eşkerekirin û bi awayekî fermî ti tohmet li wan nehatine kirin.
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ev girtin di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê yên tund ên li bajêr de tên kirin.
Ji ber ducarebûna bûyerên girtinê yên li ser heman hincetan di nava welatiyan de dilgiraniyek çêbûye.
Li Efrînê koçberên vedigerin tên girtin
Çavkaniyên Rêvebireya Xweser da zanîn ku doh jî endamên Ewlehiya Giştî xortek girtiye.
Ew xort piştî vegera xwe ya di nav karwanê sêyemîn ê koçberên Efrînê de li çoltera Helebê hatiye desteserkirin.
Li gorî zanyariyan, ew xort li gundê Qere Kûlê yê nahiyeya Bilbilê hatiye desteserkirin.
Paşê ew xort ji bo yek ji navendên girtinê yên li bajarê Efrînê yê çoltera Helebê hat veguhastin.
Çavkaniyan tekez kir ku malbata wî xortî ji bo berdana wî hewl da serdanî aliyên pêwendîdar bike.
Lê belê rayedaran ji bo berdana wî bersiveke neyînî da û got ku ew dê ji bo temamkirina kar û barên lêpirsînê çend rojan desteserkirî bimîne.