Şer dijwar e / DAIŞê derbek mezin li artêşa Sûriyê da!

17-07-2015
Nalîn Berwarî
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor çavakniyên navxwe yê Sûriyeyê şerekî dijwar di navbera artêşa Sûriyeyê û çekdarên DAIŞê li bajarên Humis û Tedmûrê de derketiye û çekdarên DAIŞê 2 fermandeyên pile bilind ên artêşa Sûriyeyê kuştine.

 

Çavkaniyekê Artêşa Sûriyeyê ragihand ku şerekî dijwar di navbera hêzên artêşa wî welatî û çekdarên DAIŞê li bajarên Humis û Tedmûrê (Palmîra) derketiye û 2 fermandeyên artêşa wî welatî di şer de bi destê çekdarên DAIŞê li Rîfa Humisê hatine kuştin.

 

Navên wan du fermandarên Artêşa Sûriyeyê, lîwa Muhsin Mexlûf fermandarê fîrqeya 11 li Tedmûrê û emîd Newaf Kerîm Şahîn fermandarê hêzên bejayî li navçeya Cezelî li parêzgeha Humisê ye.

 

Li gora çavkaniyên fermî yên Sûriyeyê, DAIŞê xwestibû wan du fermandarên Artêşa Sûriyeyê bi saxî bigire ji ber ku wan her du fermandeyên pile bilind ên artêşa Sûriyeyê roleke berbiçav di şerê li dijî DAIŞê de hebûn û di çend şerên wê dawiyê de bibûne sedema şikestina çekdarên DAIŞê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst