Komên îslamî taxa Kurdan topbaran dikin

Heleb (Rûdaw) - Taxa Kurdan Şêx Meqs a Helebê careke din dikeve ber lêdan û topbarana hêzên çekdar.

 

Çavkaniyeke taybet, ji Taxa Şêx Meqsûd, ji Rûdawê re ragihand ku hêj lêdan û topbarana hêzên çekdarên, li ser Taxa Şêx Meqsûd berdewam in.

 

Yekîneyên Parastina Gel YPG di daxuyaniyeke xwe de, ev yek piştrast kir ku hêzên çekdar êrişên xwe li ser Taxa Şêx Meqsûd berdewam dikin.

 

Vê carê jî hêzên çekdar êrîşên xwe yên ser Şêx Meqsûd, ji aliyê taxa Eşrefiyê û Seken Şebabî ve pêk anîn.

 

Hêzên ku êrişê dikin ev in:

 

Ehrarul Şam, Suwwar Elşam, Ehrar Sûriya, Elcebhetul Şamiye, Ceyşul Islam û çend hêzên din.