Piştî êrişên Îsraîlê Erdogan û Şer bi telefonê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê di peywendiyê de rewşa dawî ya Sûriyeyê ya piştî êrişên Îsraîlê hat nirxandin.
Erdogan diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê nayên qebûlkirin, êrişkariya Îsraîlê ji bo tevahiya herêmê metirsî ye.
Her wiha Erdogan gotiye, Tirkiye wekî heta niha, “ji niha û pê ve jî dê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Sûriyeyê bidomîne”.
Erdogan anî ziman ku Tirkiye bi kêfxweşî pêşwazî li agirbesta ku li Sûriyeyê bi Durziyan re pêk hatiye, dike.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer jî ji bo piştgiriya Erdogan a ji bo parastina yekîtiya siyasî, yekparçeyiya axê û serweriya Sûriyeyê spasiya wî kir.