Îbrahîm Kalin dê li Şamê bi Ehmed Şer re bicive
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin ji bo hevdîtinan çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine wergirtin Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin dê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve were pêşwazîkirin.
Tê payîn ku di hevdîtinê de mijarên ewlehiya dualî û herêmî û her wiha pêşhatên dawî werin gotûbêjkirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh dema ji Qeterê vedigeriya ku ji bo Lûtkeya Awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî çûbû di daxuyaniyeke xwe de ji rojnamegeran re gotibû:
"Li Sûriyeyê niha pêvajoyeke aloz heye ku dîplomasiya navneteweyî û dînamîkên herêmî tê de tevlihev bûne."
Erdogan her wiha gotibû:
"Em tekez nikarin li vir Sûriyeyê bi tenê bihêlin.
Ji ber wê jî hevalên min ên pêwendîdar, di serî de Wezîrê min ê Karên Derve û Serokê min ê Îstîxbaratê, bi Sûriyeyê re di nava diyalogeke xurt de ne."