SOHR: HSD ji qadên petrolê yên Omer û Tenekê vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Petrolê ya Sûriyeyê (SPC) ragihand ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê hemû qadên petrolê yên stratejîk ên Sewreyê yên li başûrê rojavayê parêzgeha Reqayê kontrol kirine.

Birêvebirê Beşa Pêwendiyan a Kompanyaya Petrolê ya Sûriyeyê Sefwan Şêx Ehmed di daxuyaniyekê de diyar kir ku bi destpêkirina şerê li herêma Dêr Hafirê re, wan odeyeke operasyonê ava kiriye û got:

"Îro sibehê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji me re ragihand ku qadên petrolê yên Resafe û Sefyanê kontrol kirine û me demildest tîmên xwe şandin wê derê."

SOHR: HSD ji qadên petrolê yên Dêrezorê vekişiya

Heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser van îdiayên Şamê daxuyanî nedaye.

Lê Birêvebirê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji AFPyê re ragihand ku HSD "ji hemû herêmên di bin kontrola xwe yên li çoltera rojhilatê Dêrezorê vekişiyaye ku di nav de qadên petrolê yên Omer û Tenekê jî hene."

Girîngiya herêma Sewreyê

Li gorî rayedarê Sûriyeyî, herêma stratejîk a Sewreyê ji şeva borî ve "bi temamî" ketiye bin kontrola wan.

Qada petrolê ya Sewreyê ne tenê bîreke petrolê ye, navendeke îdarî û lojîstîk e jî ku çend qadên petrolê yên din bi hev ve girê dide:

  • Qada petrolê ya Wadî Ubêd: Yek ji çavkaniyên sereke ye.
  • Qada petrolê ya Bişriyê: Li herêmeke çiyayî ye û çolterên Reqa û Dêrezorê bi hev ve girê dide.
  • Qada petrolê ya Sefyanê: Xaleke girîng a nêzîkî rêya navneteweyî ye.

Li gorî amarên Kanûna Pêşîn a 2024an, berhema rojane ya van qadan nêzîkî 2 hezar û 500 bermîlan bû.

Sefwan Şêx Ehmed tekez kir, "Tîmên me amade ne ji bo birêvebirina hemû qadên petrolê yên rojhilatê Feratê û misogerkirina berdewamiya hilberînê."

HSDyê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nedane.