Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê agirbest ragihand
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku li ser bingeha peymana di navbera Serokkomarê Demkî Ehmed Şer û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, agirbesteke berfireh û rawestandina tam a tevgerên leşkerî li hemû eniyên şer ket meriyetê.
Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, ev biryar wekî gaveke destpêkê ye ji bo vekirina korîdorên ewle da ku welatî vegerin cih û warên xwe.
Daxuyaniyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku armanca din a vê pêngavê, vegera saziyên dewletê bo wan deveran e da ku dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyan bikin.
Ferman ji bo leşkeran: Welatiyan biparêzin
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ferman daye leşkerên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ku di asta herî bilind a berpirsyariyê de bin ji bo parastina welatiyan û parastina mal û milkên giştî û taybet, bi mebesta dabînkirina ewlehî û aramiya welêt.
Peymana 14 xalî
Ev biryara Wezareta Parastinê piştî gihîştina peymaneke dîrokî di navbera Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de hat dayîn.
Di peymana ku ji 14 xalan pêk tê de, biryar hatiye dayîn ku HSD ber bi rojhilatê Feratê ve vekişe û parêzgehên Dêrezor û Reqayê bi temamî radestî hikûmeta navendî werin kirin.
Zêdetirî 159 hezar kes koçber bûne
Ev aloziya leşkerî ku li Helebê dest pê kir û piştre ber bi Tebqa û Dêrezorê ve belav bû, bû sedema koçberbûna zêdetirî 159 hezar kesan.
Li gorî peymana nû, hêzên HSDyê dê di nav wezaretên parastin û navxwe yên Sûriyeyê de werin yekkirin û hikûmet dê nasnameyê bide wan Kurdên ku berê bê nasname bûn.
Bi ragihandina vê agirbestê re, Sûriye ber bi qonaxeke nû ya siyasî ve gav davêje.