DAÎŞ hişyariyê dide Qaîde

18-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ku ji destpêka vê salê de şerê grûpên ser bi opozîsyona Sûriyê ve dike, ragihand ku Rêxsitina Qaîde “ji rêbaza cîhadê derketiye û rêzên cîhadiyan perçe kiriye”.

Berdevkê DAÎŞê Ebû Mihemed el-Ednanî yê ku bi eslê xwe sûrî ye, di tomareke deng de ku duh li ser çend malperên cîhadî belav bûye, bang li çekdarên ku di grûpên din ên îslamî de şer dikin, kir ku piştgiriya DAÎŞê bikin li dijî Qaîde û tekîd kir ku “ew êdî ne qaîdeya cîhadê ye”.

El-Ednanî got “Serkirdatiya Qaîde ji rêya rast derketiye, Qaîdeya îro êdî ne qaîdeya cîhadê ye, serkirdeyên wê bûne destek ji bo hilweşandina projeya dewleta îslamî. Wan piştgiriya cudaxwazan qebûl kiriye, rêzên cîhadiyan perçe kirine û şerê dewleta îslamî dane destpêkirin”.

Berdevkê DAÎŞê diyar kir ku “nakokiya navbera DAÎŞ û Qaîde ne li ser kuştina filan kesî yan piştgiriya filan kesî ye, lê ew doza oleke xuhere û rêbazeke ji rê derketiye dike”. Herwiha bal kişand ku “Qaîde êdî baweriya wê bi aştiyê heye û li pey piraniyê dibeze û ji cîhadê şerm dike”.

DAÎŞ ji destpêka meha çile ya borî de, li parêzgehên wek Heleb, Idlib, Hema, Reqa, Dêrezor û Hesekê yên Sûriyê li dijî çend grûpên opozîsyona Sûriyê û Cebhet el-Nusra ku baskê Qaîde ye li Sûriyê, şer dike.

Ew şerê ku heta niha nêzîkî 4 hezar kes ji her du aliyan tê de hatine kuştin, piştî ku opozîsyona Sûriyê, DAÎŞ wek grûpeke li dijî şoreşa Sûriyê da zanîn û got ku ew rêxistin ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye çêkirin û ji bo armancên wê şer dike.

Di meha sibatê ya borî de, serkirdatiya Rêxistina Qaîde xwe ji DAÎŞê bêrî kir û jê xwest ku çekdarên xwe ji Sûriyê vekişîne.

El-Ednanî di tomara deng de bang li çekdarên rêxistinên din ên cîhadî kir ku di navbera Qaîde û DAÎŞê de yekê hilbijêrin û got ku “rêxistina wî dê li ser rêbaza Usame Bin Ladin” rêberê berê yê Qaîde ku di sala 2011an de li ser destê hêzeke amerîkî li Pakistanê hat kuştin, bimeşe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst