Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya eniyên stratejîk kontrol kirine

18-07-2025
Nîşan Siwêda Şer Durzî Eşîrên Ereban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî li Siwêdayê ragihand ku wan piraniya eniyên stratejîk kontrol kirine.

Meclisa Leşkerî li Siwêdayê diyar kir ku operasyonên leşkerî yên ji bo paqijkirina hinek xalan berdewam dikin ku hîn jî pevçûn li wan hene.

Meclisa Leşkerî bi rêya malpera xwe ya torên civakî destnîşan kir ku ew dev ji mafên gelê Durzî bernadin û got, “Em dê bi ti awayî xwe radest nekin.”

Meclisa Leşkerî teqezî li ser hevahengiya bi "hemû komel û eniyên şerker ên li ser erdê" re kir hişyarî da ku ti hêzên wan biryarên leşkerî yên yekalî nestînin.

Şerê li Siwêdayê

Şerê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Durziyan yê li parêzgeha Siwêydayê ji 13ê Tîrmehê ve dest pê kiriye û ji her du aliyan zêdeyî 300 kesî hatine kuştin.

Hêzên Şamê piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê ji Siwêdayê vekişiyan lê îro careke din vegeriyan bajêr.

Şerê di navbera eşîrên Ereban û Durziyan de îro jî gur bû û gelek dîmenên şer tên.

"Hinek ji wan DAIŞî ne"

Sekreterê Giştî yê Kongreya Siwêdayê Suqrat Nofel ji Rûdawê re ragihand, “Dibêjin em eşîret in lê hinek ji wan DAIŞî ne. Êrişî malan dikin, jin û zarokan direvînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst