Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya eniyên stratejîk kontrol kirine
Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî li Siwêdayê ragihand ku wan piraniya eniyên stratejîk kontrol kirine.
Meclisa Leşkerî li Siwêdayê diyar kir ku operasyonên leşkerî yên ji bo paqijkirina hinek xalan berdewam dikin ku hîn jî pevçûn li wan hene.
Meclisa Leşkerî bi rêya malpera xwe ya torên civakî destnîşan kir ku ew dev ji mafên gelê Durzî bernadin û got, “Em dê bi ti awayî xwe radest nekin.”
Meclisa Leşkerî teqezî li ser hevahengiya bi "hemû komel û eniyên şerker ên li ser erdê" re kir hişyarî da ku ti hêzên wan biryarên leşkerî yên yekalî nestînin.
Şerê li Siwêdayê
Şerê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Durziyan yê li parêzgeha Siwêydayê ji 13ê Tîrmehê ve dest pê kiriye û ji her du aliyan zêdeyî 300 kesî hatine kuştin.
Hêzên Şamê piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê ji Siwêdayê vekişiyan lê îro careke din vegeriyan bajêr.
Şerê di navbera eşîrên Ereban û Durziyan de îro jî gur bû û gelek dîmenên şer tên.
"Hinek ji wan DAIŞî ne"
Sekreterê Giştî yê Kongreya Siwêdayê Suqrat Nofel ji Rûdawê re ragihand, “Dibêjin em eşîret in lê hinek ji wan DAIŞî ne. Êrişî malan dikin, jin û zarokan direvînin.”
#VÎDEO - Sekreterê Giştî yê Kongreya Siwêdayê Suqrat Nofel: Şerê giran heta niha jî berdewam dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 18, 2025
🎙️ Suqrat Nofel: Êrişî malan dikin, jin û zarokan direvînin
🎙️ Suqrat Nofel: Dibêjin em eşîret in lê hinek ji wan DAIŞî ne
🎙️ Suqrat Nofel: Siwêda di bin êrişeke giran de ye
🎙️… pic.twitter.com/ctL0sn8eh6