RAPOR - Di siyaseta Amerîkayê ya Sûriyeyê de guherîn: Dîplomat hatin dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê di nava tîma dîplomatîk a xwe ya kar û barên Sûriyeyê de guherîneke ji nişka ve kir û hejmarek dîplomatên ku li ser dosyaya Sûriyeyê dixebitîn ji erkên xwe hatin dûrxistin.

Li gorî agahiyên Ajansa Reutersê, hejmarek dîplomatên payebilind ên Amerîkayê di çarçoveya Platforma Herêmî ya Sûriyeyê (SRP) de li ser dosyaya Sûriyeyê dixebitîn.

Karê wan nûnertiya Amerîkayê ya ji bo Sûriyeyê bûye ku navenda wan li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ye.

Ew dîplomat di çend rojên borî de ji nişka ve ji kar hatine dûrxistin.

Dîplomatan rapor û agahî ji Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack re amade dikirine.

Tom Barrack şêwirmend û hevalekî nêzîk ê Serokê Amerîkayê Donald Trump e û ji meha Gulanê ve dest bi kar kiriye û di guherîna siyaseta Amerîkayê ya li herêmê de roleke sereke lîstiye.

Niha birêvebiriya Trump piştgiriyê dide yekparçeyiya Sûriyeyê ya di bin desthilateke navendî ya bi serokatiya Ehmed Şer de.

Barrack bi berdewamî hewl daye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) teşwîq bike ku ji bo bicihanîna Peymana Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de gavên bileztir bavêjin.

Armanca wê peymanê ew e ku herêmên di bin kontrola HSDyê de û hêzên wê bikevin bin desthilata Şamê.

Ev hewlên Barrack wekî nîşaneyeke ji bo pêkanîna stratejiyeke nû ya Amerîkayê tê dîtin ku hewl dide krîza Sûriyeyê bi rêya rêkeftinên nû yên siyasî yên li gel desthilata navendî ya Şamê çareser bike.

Tevî zextên Amerîkayê jî bi taybetî ji ber zêdebûna tundiyên li çend herêmên Sûriyeyê serkirdeyên HSDyê di yekkirina tam a hêzên xwe li gel hêzên Şamê de dudil in.

Dîplomatekî Rojavayî ji Reutersê re ragihandiye ku dûrxistina dîplomatên Amerîkayê beşek jê ji ber "cudahiya nêrînan" li ser pirsgirêka çarenivîsa HSDyê û Şer a di navbera wan dîplomatan û Tom Barrack de bûye.

Ev jî nîşan dide, dibe ku di nava saziyên Amerîkayê de derbarê vê guherîna stratejîk a îdareya Trump a li Sûriyeyê nakokiyên kûr hebin.

Ev guherîna ji nişka ve di demekê de ye ku Tom Barrack roja sêşemê çûbû serdana Şamê.

Barrack li wir serpereştiya îmzekirina planeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera desthilatdarên nû yên Sûriyeyê û Durziyan de kir.

Barrack li ser tora civakî ya Xê ragihandibû ku ew plana nû piştgiriyê dide mafên wekhev û pêbendbûna bi karê hevbeş ê ji bo hemû aliyan.

Barrack bi geşteke rasterast çûbû serdana Şamê û ev jî nîşaneyeke bihêz e ji bo arasteya nû ya siyaseta Washingtonê ya li hemberî Sûriyeyê û hewldana ji bo diyaloga rasterast a li gel hikûmeta navendî ye.