Stenbol (Rûdaw) - Serokê Îtîlafa Sûriyê Enes Ebde hinek daxwaz ji îdareya Amerîkayê ya nû kir. Herwiha ji Libnanê jî xwest ku çekdarên xwe ji Sûriyê vekişîne.
Serokê Îtîlafa Sûriyê Enes Ebde di daxuyaniyekê de ji Serokê Amerîka yê nû hatî hilbijartin Donald Trump daxwaz kir ku îtîrafê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed û hikûmeta wî neke, xwediyê heman helwesta Brîtanya, Frensa û welatên din be.
Enes Ebde got, herêmên ku ji destê DAIŞê derdikevin, bila li wan deran qedexeya firînê çêbibe, û bombebarankirina sivîlan were qedexekirin.
bal kişande ser wê yekê ku di 10 rojên derbasbûyî de wî serdana çend welatên Ewropî kir û hevdîtinek ligel şanderê navdewletî De Mestura pêk anî û ew ê ligel Nûnera Payebilind ya Peywendiyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherinî bicive.
Serokê Îtîlafa Sûriyê herwiha got ew dê li gel Federica Mogherini hewlsta dijbereyê biînin ziman û ewê daxwaz bike ku Ewropa alîkariya wan bike, bi taybetî di warê perwerde, saxlemî û xizmetguzariyan de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse