Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Zanîngeha Şamê Dr. Mihemed Amir Mardînî û endamên desteya fêrkirinê ji bo egera vekirina beşa fêrkirina zimanê kurdî di peymangeha bilind ya zimanan de, dest bi gotûbêjan kirin, û biryar e dema ku ev gav biçe serî dê beşa zimanê kurdî di kolêja adab a heman zanîngehê de bê vekirin.
Di raportekê de ku malpera fermî ya zanîngehê belav kiriye, Mardînî tekez kiriye li ser mifa wergirtinê ji pisporên niştîmanî di vî warî de, herwiha mifa wergirtin ji xwendevanên Kurd di warê xwendina bilind de ji bo lêkolînên xwe bi zimanê kurdî binivîsin.
Herwiha serokê zanîngehê anî ziman ku, destpêka sala bê dê gerên fêrkirina zimanê kurdî di peymangeha bilind ya zimanan de bên vekirin, û piştire dê ev prose bê nirxandin da ku piştire karibin beşa zimanê kurdî di zanîngehê de bê vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse