Sûriye sîstemeke nû ya bacê datîne

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê amadehiyan dike ku hefteyên pêş sîstemeke nû ya bacê bi cih bîne.

Wezîrê Darayiyê ragihand ku armanca vê pêngavê asankirina rêkarên fermî û kêmkirina barê darayî yê li ser welatiyan e.

"Baca dahatê ji sedî 15an derbas nabe"

Wezîrê Darayiyê yê Sûriyeyê Mihemed Yasir Berniye diyar kir ku di sîstema nû de "baca dahatê ji sedî 15an derbas nabe û baca firotinê jî wekî ji sedî 5 tê sabîtkirin."

Mihemed Yasir Berniye destnîşan kir ku sîstema nû ji bo parastina welatiyên kêmdahat hatiye amadekirin û got:

"Her karmendekî ku dahata wî ya salane ji 50 milyon lîreyî kêmtir be, dê ji baca dahatê bê bexşandin.

Ev biryar hema bêje hemû karmendên dewletê li xwe digire."

50 milyon lîreyên Sûriyeyê yên kevn, wekî 500 hezar lîreyên nû tên hesibandin.

Li gorî nirxê fermî yê Banka Navendî ya Sûriyeyê, 500 hezar lîreyên nû dike nêzîkî 4 hezar û 545 dolar.

"Dê reva ji bacê kêm bibe"

Li gorî gotina Mihemed Yasir Berniye, ev pêngav ji bo berfirehkirina bingeha bacê û zêdekirina dahata dewletê hatiye avêtin.

Her wiha ev pêngav dê zextê nexe ser çalakiyên aborî.

Lewra niha li Sûriyeyê rêjeya dahata bacê ya li gorî hilberîna navxweyî, li herêmê di asta herî nizm de ye.

Ev biryar di çarçoveya hewldanên hikûmetê de ye ku dixwaze aboriya welêt ji nû ve bi rêxistin bike.

Armanc ew e ku reva ji bacê kêm bibe û ji bo hilbirînê jîngeheke guncav were afirandin.

Bi vî awayî tê xwestin ku piştî salên dirêj ên şer û aloziyê, ev sîstema nû bibe alîkar da ku aboriya Sûriyeyê geş bibe.