Li Şamê otomobîleke bombebarkirî teqiya: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê otomobîleke bombebarkirî teqiya.

Di teqînê de leşkerek mir û 18 kes jî birîndar bûn.

Bûyer îro li herêma Bab Şerqiyê ya Şamê qewimî li nêzîkî avahiya Birêvebiriya Çekdarkirinê ya Wezareta Parastinê çêbû.

Dema pûçkirinê teqiya

Birêvebiriya Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li ser hûrgiliyên bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yekeyên artêşê li nêzîkî avahiya Birêvebiriya Çekdarkirinê bombeyek dît.

Ev bombe ji bo teqandinê hatibû amadekirin.

Dema ku tîmên pispor hewl dida bombeyê pûç bikin, li heman cihî otomobîleke bombekirî teqiya.

Di encamê de leşkerek mir û çend kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê, hêzên ewlehiyê li derdorê ketin rewşa amadebaşiyê û bi berfirehî li herêmê belav bûn.

Hejmara birîndaran gihîşt 18an

Birêvebirê Hawarçûn û Rewşên Lezgîn ê Wezareta Tenduristiyê Dr. Necîb El Neesan ji ajansa nûçeyan a fermî "SANA"yê re axivî.

Dr. Necîb El Neesan ragihand ku wan 18 birîndar gihandine nexweşxaneyan û birînên wan di astên cuda de ne.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê El Exbariyeyê jî qala teqînê kir û ragihand ku li ser çawaniya bûyerê lêkolîn tên kirin.

Heta niha ti aliyan berpirsyariya vê êrişê hilnedaye ser xwe.