Îbrahîm Kalin û Ehmed Şer li Şamê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Îstixbarata Niştimanî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, li Şama paytexta Sûriyeyê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Di hevdîtinê de rûdanên dawî yên li herêmê û mijarên wekî hevkarî û hevahengiya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Karên Derve jî beşdar bû
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Serokê Îstixbarata Giştî ya Sûriyeyê Huseyîn Selame jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Serokkomariya Sûriyeyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di dema civînê de, rewş û rûdanên herêmê hatin nirxandin û li ser rêyên xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera her du welatan de hat axaftin."