Heleb (Rûdaw) - Xelkên rojhilatê Helebê, li rêyan digerin ji bo bikaribin ji dorpêça birçîkirineke demdirêj rizgar bibin.
Şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûriyê û hêzên dijbereyê de li aliyê eviyên Mellah û Rêya Kastêlo giran dibin.
Hevdem Odeya Operasyonên Fetha Helebê hewl dide rê li ber vê dorpêçê bigire. Bi taybetî li taxên rojhilatê Helebê, ku nêzîkî 250 hezar welatî lê bicih dibin.
Ziyanên rewşa Helebê gihiştine Taxa Şêx Meqsûd a kurdnişîn jî.
Serokê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl derbarê vê yekê de nîşan bi wê yekê da ku nêzîkî 40 hezar welatiyên sivîl li taxa Şêx Meqsûd in û ev tax ji herdu aliyên dijbere û rejîmê ve dibin dorpêçê de maye.
Welatiyekî ji taxa Bustan el-Qesir wiha got: "Hest bi tirsa dorpêç û êrîşa rejîmê dikin. Hemû rê jî girtî ne. Em gazinê ji kêmbûna nan, xwarin, derman û her tiştî dikin."
Welatiyekî din ji taxa Meşhed got: "Ji hizra min bi dorpêçê, ez nema dikarim bi şevê xew bikin. Ez li rêyeke revê digerim, lê nîne."
Tirsa welatiyan ji birçîbûnê heye.
Bi taybetî piştî ku bihayên xwarin û şînahiyê bilind bûne û gelek celeb ji wan jî li bazaran peydanabin.
Seroka Komeleya Jinên Sûriyê Henaa Qesab ragihand ku iuhabûn ketiye ser nirxê hemû kelûpelan, bi taybetî yên şînahiyan, li taxên Meşhed, Selahedîn û Seyful Dewle.
Henaa Qesab nîşan bi wê yekê da ku ligel kêmbûna bacanên sor jî, bihayê yek kîlogramê jê gihiştiye 600 lîreyên sûrî, eger peyda bibe. Hewiha yek kîlograma bîberên kesk, bi hezar lîreyên sûrî ye, yek kîlograma xirtikan bi 300 heta 500 lîreyên sûriyê ye.
Di demekê de ku yek dolar, dike nêzîkî 290 lîreyên Sûriyê.
Berdevkê fermî yê Encûmena Xwecihî ya Helebê Beşîr Hawî nîşan bi wê yekê da ku madeyên derbas dibin, têra %5 nişteciyan nakin.
Herwiha barhilgirên ku bi rêya Kastêlo derbas dibin dikevine ber metirsiyeke mezin.
Bi sedema şer û pevçûnên navbera hêzên opozisyonê û Artêşa sûrî de, tirsa dorpêça birçîbûnê roj bi roj li Helebê bêhtir dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse