Fîdan û Rubio li ser rewşa Siwêdayê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Amerîkayê bipêşketinên li Sûriyeyê gotûbêj kir

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bi telefonê axivîn.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyî, di pêwendiya telefonî de şer û pevçûnên li Siwêdayê hat nirxandin.

Hat ragihandin ku Fîdan bal kişandiye ser wê yekê ku divê şer û pevçûnên li Sûriyeyê demildest bi dawî bibin û aramî pêk were.

Fîdan her wiha tekezî li ser girîngiya bicîkirina lihevkirina ku di vî warî de di navbera aliyan de pêk hatiye, kir.

Li aliyê din, Fîdan anî ziman ku "destwerdanên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyeyê pirsgirêkê girantir dike."

Fîdan got ku her cure êrişên li dijî yekparçeyiya axê, yekîtî û serweriya Sûriyeyê di heman demê de zirarê dide hewlên aştiya herêmî.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Fîdan di pêwendiyê de ji hevtayê xwe re tekez kir ku ew dê ti carî rê nedin rêxistinên terorê ku ji rewşa li başûrê Sûriyeyê sûd wergrin.

Fîdan da zanîn ku Tirkiye piştgiriyê dide rola çêker a Amerîkayê ya li Sûriyeyê û Tirkiye amade ye ku ji bo bidawîkirina şer û aloziyan bi awayekî mayînde li gel Amerîka û welatên din kar bike.

Fîdan got ku divê derfeta ji bo avakirina paşeroja gelê Sûriyeyê neyê jibîrkirin.

Di pêwendiyê de her wiha rewşa Xezeyê û qonaxa ku di muzakereyên agirbestê de hatiye bidestxistin hatin nirxandin.

Fîdan destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze di demeke herî kurt de agirbesteke mayînde pêk were û divê alîkariyên mirovî bigihîjin herêmê.