Ehmed Şer agirbest ragihand û soza parastina pêkhateyan da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo paşeroja welatê xwe "rojeke nû" ragihand û tekezî li ser "yekrêziya niştimanî, dadwerî û parastina mafê hemû pêkhateyan" kir.
Di heman demê de ofîsa serokkomar li parêzgeha Siwêydayê agirbesteke demildest ragihand.
Şerê hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Durziyan yê li parêzgeha Siwêydayê ji 13ê Tîrmehê ve dest pê kiriye û ji her du aliyan zêdeyî 700 kesî hatine kuştin.
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer îro gotarek pêşkêş kir.
Şer di gotara xwe de got, "Hêza dewletê di yekîtiya gelê wê de ye. Em tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna dadweriyê ji bo hemûyan dikin."
Serokkomarê Sûriyeyê her wiha soz da ku "tu kes ji cezakirinê xilas nabe" û dewlet pabend e bi "parastina hemû netewe û kêmîneyan û dê ji her binpêkerekî hesab were pirsîn, ji kîjan alî be bila bibe."
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê li dijî "hewldanên ji bo çêkirina nakokiyên mezhebî" hişyarî da û got:
"Pêwîst e em bi tundî li hemberî her kesê ku hewl dide agirê mezhebî geş bike rawestin. Sûriye ne qadeke ji bo projeyên cudabûnê ye."
Hêzên taybet derbasî Siwêdayê bûn
Ev ragihandin di demekê de ne ku Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê "bi armanca parastina welatiyên sivîl û bidawîkirina aloziyê", belavbûna hêzên ewlehiyê li parêzgeha Siwêydayê piştrast kir.
Ev gav piştî wê yekê tên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê navbeynkariya agirbestekê di navbera Îsraîl û Hikûmeta Sûriyeyê de kir.
Ehmed Şer spasiya rola Amerîkayê kir ji bo "tekezkirina wê li ser rawestana li gel Sûriyeyê û yekparçeyiya axa wê."
Derbarê civaka Durzî de jî Şer got, nabe ku ji ber kiryarên çend kesan, tevahiya pêkhateya Durzî were cezakirin.
Serokê Sûriyeyê bang li eşîran û "zarokên Durzî" kir ku "di yek rêzê de rawestin" û daxwaz ji hemû aliyan kir ku pabendî agirbesta giştî bibin.
Çi bûbû:
13ê Tîrmehê, li Sweydayê di navbera komên çekdar ên Durzî û eşîrên bedewî yên Sunî de şer derketibû.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan, di şer û aloziyên li Sweydayê de heta niha 718 kes hatine kuştin.
Roja Pêncşemê, serokkomarê demkî yê Sûriyeyê agirbest ragihand lê roja Înê aloziyan careke din dest pê kir.
Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî zêdetirî 80,000 kes koçber bûne.
Berpirsên tenduristiyê hişyarî didin ku nexweşxane bi birîndar û terman tijî bûne.