SIWÊDA - Şer ranaweste: Bi sedan kuştî û bi hezaran koçber hene
Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ragihandina agirbestê, şer û pevçûnên di navbera komên çekdar ên Durziyan û eşîrên Bedewî de li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê bi tundî didomin.
Hikûmeta Sûriyeyê ji bo çavdêriyê hêzên xwe li herêmê bi cih kirine lê li ser erdê rewş neguheriyaye û krîza mirovî kûr dibe.
Piştî hefteyekê ji şer û pevçûnên dijwar, agirbesta ku li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê hatibû ragihandin li ser erdê pêk nehat.
Hefteyeke şer di navbera eşîrên Bedewî û komên çekdar ên Durziyan de berdewam dike û heta niha bi sedan kes hatine kuştin û bi deh hezaran kes jî koçber bûne.
Rewşa xizmetguzariyê li parêzgehê gelekî xirab bûye. Li gorî zanyariyan ev şeş roj in elektrîk li Siwêdayê qut bûye û peydakirina pêdiviyên sereke yên jiyanê zehmet bûye.
Eşîrên Bedewî: Pirsgirêka me bi koma Hecerî re ye
Çekdarên eşîrên Bedewî, komên çekdar ên Durziyan yên bi navê "Hecerî" bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin û dibêjin ku şerê wan ne bi sivîlan re ye.
Çekdarekî ji eşîran got, "Şer û pevçûn ji aliyê komên Hecerî û paşmayên rejîmê yên li gel wan ve berdewam in.
Em li jêr desthilata dewletê ne û em bi biryara dewletê pebend in lê wan binpêkarî kir. Em dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şerê wan bikin."
Çekdarekî din ê eşîran peyamek ji Durziyan re şand û got: "Rewş wiha ye, şer û pevçûn didomin. Em peyamekê didin tayifeya Durziyan, şêxên wan ku çekên xwe radest bikin.
Pirsgirêka me bi koma Hecerî re ye ku li dijî eşîrên başûrê Sûriyeyê komkujî kirine. Sivîl li malên xwe bimînin, ti pirsgirêka me bi wan re nîne."
Hikûmet hêzên xwe bi cih dike
Ji bo çavdêriya agirbestê û parastina ewlehiyê, hêzên Hikûmeta Sûriyeyê li hin xalên li derdora Siwêdayê bi cih bûne û tekez dikin ku ew dê rê li ber binpêkirinan bigirin.
Endamê ewlehiya giştî yê Siwêdayê Ehmed Ebû Umer jî got,"Em li vir in ji bo pêkanîna ewlehiyê û nehiştina şer di navbera eşîran û hêzên Durziyan yên Siwêdayê de.
Ferman ji cenabê serok ji me re hat da ku em ewlehiyê bi cih bînin."
Bîlançoya şer giran e
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê, di encama şer de 260 kes hatine kuştin û nêzîkî 1,700 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din li gorî hin amarên nefermî, hejmara kuştiyên her du aliyan ji 700 kesî derbas bûye û bi sedan kesên din jî birîndar in.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) jî ragihand ku ji 13yê Tîrmehê ve zêdetirî 79 hezar kes ji Siwêdayê koçber bûne.
Tevî hewlên navbeynkariyê û bicihbûna hêzên hikûmetê, pevçûn li herêmê didomin, êş û azarên sivîlan zêdetir dibin û çareseriyeke siyasî dûr xuya dike.