Hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya cudakirin û hejmartina dengan a hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê dest pê kiriye.

Serokê Komîteya Dadwerî ya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyê Cîhad Murad ragihand, demjimêr 21:00ê şeva derbasbûyî proseya dengdanê ji bo hilbijartinên encûmenên xwecihî bi dawî bû.

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, proseya hejmartina dengan li hemû parêzgehan dest pê kiriye û berdewam e.

Tê zanîn ku dengdana ji bo hilbijartinên encûmenên xwecihî yên Sûriyê, duh Yekşemê demjimêr 07:00ê sibehê dest pê kir.

Dema dengdanê heya 19:00ê êvarê bû lê Komîsyona Hilbijartinan dema dengdanê 2 demjimêr li hemû navendan dirêjt kiribû.