Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku derdora 70 hezar kes ji ber şer ji bajarê Helebê yê Sûriyê reviyane.
Ev çend roj in bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsya û hêzên îranî û Hizbullaha Libnanê, artêşa Sûriyê dest bi operasyonên berfireh li dijî komên çekdar ên li bajarê Helebê kiriye.
Li gorî agahiyan, hêzên Sûriyê pêşde diçin û şer jî her ku diçe girantir dibe.
Li gorî nûçeya BBC, di nav 3 rojên borî de herî kêm 70 hezar kes ji Heleb û deverên derdora wî bajarî reviyane.
Serokê yekîtiya alîkariyên pijîşkî ya Sûriyê Zeydûn El Zuhbî gotiye, em diçûn kîjan gundê Helebê me ti kes nedidît û hemû ji gundê û warê xwe reviyabûn.
Bajarê Helebê, ku beşek jê di destê çekdarên El Nusra, Ehrar El Şam û komên din ên radîkal de ye, ji aliyê hêzên neyarên rêjîma Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin. Beşek ji bajêr jî di destê hêzên rêjîma Şamê de ye.
Li bajarê Helebê, taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd jî, ku taxên kurdan in, di bin kontrola şervanên kurd de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse