Hewlêr (Rûdaw) - Şêxê meşayixên eşîra Şemeran Şêx Manih Himêdî el-Cerba, li Şamê bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Çavkaniyeke ku nexwest navê wê were eşkerekirin ji Rûdawê re eşkere kir ku hevdîtin doh hatiye kirin.
Heman çavkaniya ku nêzîkî Şêx Manih e da zanîn ku civîn pir erênî bû û Ehmed Şer bal kişandiye ser girîngiya çareserkirina hemû pirsgirêkan a bi rêya diyalog û hevtêgihiştinê.
Çavkaniya taybet her wiha got ku Şêx Manih ji bo ku di navbera hemû aliyan de lihevkirin û hevtêgihiştin hebe û ji bo aramî û ewlehiya li Sûriyeyê navbênkariyê dike.
Her wiha di civînê de behsa vegera saziyên hikûmetê ya li herêmên Rêveberiya Xweser jî hatiye kirin û ev mijar bi şêweyekî erênî hatiye nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse