Şêxê Durziyan: Baweriya me bi hikûmeta Şamê nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Şêxê Durziyan Fadî Bediriye ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên biyanî yên Uygur û Çeçen li Siwêdayê destdirêjî û heta tecawuz jî kirine.

Bediriye her wiha da zanîn ku hêzên hikûmeta Şamê ji wan çekdaran re nobedariyê dikin û komîteya lêkolînê ya ku hatiye avakirin jî rastiyan vedişêre.

Şêxê Durziyan Fadî Bediriye beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û behsa rewşa dawî ya li Siwêdayê kir.

"Binpêkirinên agirbestê hene"

Fadî Bediriye diyar kir ku her çi qasî ew pêbendî agirbestê bin jî aliyê din her saet wê bin pê dike û got:

"Tiştê ku li çiyê diqewime, armancgirtina rojane û li seranserê saetê ya sivîlên bêparastin e.

Ev binpêkirinên eşkere ne û bi dîrok û saetê hatine belgekirin. Her roj xebera nîşangirtina sivîlan ji aliyê hêzên ku jê re dibêjin 'Wezareta Parastinê' digihîje me."

Bediriye da zanîn ku balafirên bêmirov li welatiyên ku vedigerin malên xwe dixin û biland:

"Ew wan vedigerînin û paşê bi dron û nîşangiran li wan dixin, lewma xortên me yên di Parastina Niştimanî de neçar dimînin ku ji bo xweparastinê bersivê bidin."

"Biyaniyên Uygur û Çeçen"

Fadî Bediriye behsa hebûna çekdarên biyanî kir û anî zimên:

"Me ev mijar bi belgeyên rastîn tomar kirine. Belê, me bi kesên asayî hebûna biyaniyan ji Ugur, Çeçen û yên din îsbat kiriye lê wan di raporên xwe de ev yek înkar kir.”

"Em van raporan nas nakin”

Wî komîteya lêkolînê bi tundî rexne kir û xwe li axaftinê berda:

"Em van raporan nas nakin. Serokê komîteyê di konferansa xwe ya rojnamevaniyê de desthilatdarî û 'Ewlehiya Giştî' ji kiryarên hovane yên ku bi hebûna biyaniyan Ugur û Çeçen qewimîn, bê sûc derxistin.

Wan destdirêjiyên ku gihiştin asta tecawuzê kirin û yên ku jê re digotin 'Ewlehiya Giştî' li ber deriyan nobedariya wan dikir.

Ev yek bi şahidiya şahidan e û nasnameyên wan li cem me hene."

"Dorpêçeke sîstematîk"

Şêxê Durziyan bal kişand ser dorpêça li ser herêmê û berdewam kir:

"Em di dorpêçeke rastîn de ne. Elektrîk bi berdewamî qutkirî ye, av kêm e û heman tişt ji bo xwarin û dermanan jî derbasdar e."

Bediriye da zanîn ku alîkariyên mirovî jî bi zehmetî digihîjin wan û got:

"Kamyonên sarincokê yên ku wekî alîkarî ji xizmên me yên li Libnanê hatibûn, 15 rojan hatin rawestandin û dereng ketin hundirê çiyê.

Me dît ku ziyaneke eşkere gihiştiye materyalan û kelûpel wekî hevîr gihiştin ber destê me."

“Stasyonên sotemeniyê vala ne”

Fadî Bediriye bangî dewletên garantor û cîhanê kir ku li wan xwedî derkevin û domand:

"Em di demsala zivistanê de ne û pêdiviya me bi sotemeniyê heye ku li ser me hatiye qutkirin. Stasyonên sotemeniyê vala ne."

"Heger reh rizî be, baweriya me bi şaxan nayê”

Fadî Bediriye di dawiyê de destnîşan kir ku ti baweriya wan bi hikûmeta Şamê û lêkolînên wê nîne û got:

"Heger reh rizî be, baweriya me bi şaxan nayê. Em bi vê desthilata ku bi rêya medyayê derewan li tevahiya cîhanê dike û rastiyan berevajî dike, bawer nakin.

Baweriya me bi xwe heye û em dê bi xwe rabin ser pêyan. Em daxwaz dikin ku bi çavê heqî û edaletê li me binêrin û me xilas bikin."