Kuştina 3 Amerîkiyan li Sûriyeyê: Gelo Washington dê zêdetir piştgiriyê bide HSDyê?
Hewlêr (Rûdaw) - Kuştina 3 Amerîkiyan li Sûriyeyê valahiyên hêzên ewlehiyê yên hikûmeta veguhêz derdixe holê.
Di nava refên hêzên ewlehiyê yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de valahiyên mezin derketin holê.
Ev yek piştî êrişa 13ê Kanûna Pêşîn a li nêzîkî Tedmûrê hat dîtin ku bû sedema kuştina 3 Amerîkiyan û êrişkar endamê hêzên ewlehiyê bû.
Êrişê nîşan da ku Şamê nekarîbû rê li ber astengkirina wan kesan bigire ku guh nadin siyaset û fermanên wê.
Li gorî şirovekarên ku di vê raporê de axivîne, êriş Şamê dixe rewşeke dijwar, bi taybetî di demekê de ku Sûriye bi awayekî bêwêne nêzîkî Washingtonê bûye û tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bûye.
Valahiya di tayînkirinê de
Di bûyereke ku ji dema Ehmed Şer wekî serok desthilat girtiye dest û vir ve cara yekem e rû dide de, roja şemiyê 3 Amerîkî li çoltera navîn a Sûriyeyê hatin kuştin.
Her çi qasî Washington êrişê dixe stuyê DAIŞê jî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê çend caran tekez kir ku çekdar endamê hêzên wan ên ewlehiyê bûye û rêxistina tundrew êriş li xwe negirtiye.
Li gorî Wezareta Karên Navxwe, êrişkar di mehên borî de tevlî hêzên ewlehiyê bûye û biryar bûye ji ber "hizra tekfîrî yan tundrewiyê" were avêtin.
Ew kes di nav zêdetirî 5 hezar kesî de bûye ku li herêma çolê hatine tayînkirin ku hîn şaneyên razayî yên DAIŞê lê hene.
Piştî rûxîna Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, Şer hemû saziyên ewlehiyê û leşkerî yên berê hilweşandin û dezgeha xwe ya ewlehiyê ya biçûk ji Îdlibê veguhast Şamê.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Ewropî dibêje, tevî ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) piştî bidestxistina desthilatê veqetîna xwe ya ji paşeroja xwe ya cîhadî ragihandibe jî, hîn "endam û kesên tundrew di nav çekdarên wê de mane û dibe ku beşek ji wan li dijî guhertina rêbaza leşkerî ya rêbaza siyasî bin."
Lêkolînerê kar û barên komên cîhadî yê li Koma Qeyranên Navneteweyî Jerome Drevon ji Ajansa France-Presse (AFP) re got ku hikûmeta Şer li şûna ku ji bo kesên tayîn dike "lêpirsîneke hûrgilî û tund" bike, serî li "kêmkirina rêkarên kontrolê daye da ku herî zêde kesan tayîn bike".
Li gorî Drevon, ev yek rave dike bê çima hinek çekdarên "gelekî tundrew" di nava refên hêzên ewlehiyê yên Şamê de hene ku amade ne li dijî hêzên Amerîkayê bisekinin, ji ber ku ew li dijî biryara hikûmetê ya danîna pêwendiyan bi Rojavayê re û tevlîbûna Hevpeymaniya Navneteweyî ne.
Lêkolînera taybet bi kar û barên Sûriyeyê ya li Koma Qeyranên Navneteweyî Nanar Hawach dibêje:
"Tiştê cihê dilgiraniyê ye ew e ku dibe kesên din ên xwedî hizra tundrewî mîna êrişkar di nav hêzên ewlehiyê de hebin.
Ji ber lezkirina desthilatê ya di telîkirina komên çekdar ên cuda di nava saziyên dewletê de, proseya lêpirsîn û çavdêriyê lawaz bûye û vê yekê kiriye ku saziyên ewlehiyê ji bo astengkirinê vekirî bin."
Metirsiya DAIŞê
Çavkaniya ewlehiyê ya Ewropî amaje pê dike, li gel valahiyên tayînkirinê, DAIŞê ew tevliheviya ku piştî rûxîna Esed derketibû bi kar anî da ku "çekdarên xwe ji veşartgehên li çolterê derxîne û ducare li bakurê rojava û Şamê bi cih bike" bi armanca "hejandina desthilatê".
Li gorî gotina Drevonê, "Metirsiya rastîn a DAIŞê di wî şêwazî de ye ku li nava bajaran hewla berfirehbûnê dide û rewşa xerab a aborî ji bo rakêşana xelkê bi kar tîne."
Piştî êrişê, Wezareta Karên Navxwe ragihand ku wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê operasyoneke ewlehiyê daye destpêkirin û li gorî çavkaniyeke ewlehiyê zêdetirî 11 kes hatine desteserkirin.
Pêwendiyên bi Rojavayê re
Ehmed Şer ji dema ku desthilat girtiye dest, hewl daye pêwendiyên welatê xwe bi Rojavayê re, bi taybetî bi Amerîkayê re baş bike, bi wê hêviyê ku deriyê derfetên aborî li ber Sûriyeya ku ji ber şer wêran bûye veke.
Di serdana xwe ya ji Washingtonê ya meha Çiriya Paşîn de, Sûriye bi awayekî fermî bû endama Hevpeymaniya Navneteweyî.
Piştî êrişa Tedmûrê, Serokê Amerîkayê Donald Trump soza tolhildanê da û ragihand, êriş ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin "li herêmeke gelekî metirsîdar a Sûriyeyê ku kontrola tam a hikûmetê li ser nîne."
Nanar Hawach pêşbînî dike ku êriş, Washingtonê bide fikirandin ku "giringiyeke zêdetir bide karkirina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re."
Niha Dîmeşq bi Kurdan re di gotûbêjan de ye, li gorî rêkeftinekê ku beşek jê tevlîkirina saziyên Rêveberiya Xweser ên bi hikûmeta Sûriyeyê re ye, lê hîn nehatiye bicihanîn.
Dîplomatekî Rojavayî ji AFP re gotiye, "Eger vîn li cem her du aliyan hebe û welat jî piştgiriyê bikin, her du alî dikarin hevpeymaniyeke bihêz ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê ava bikin."