Reuters: Şam û HSD ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê lezê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a Reutersê di raporeke xwe de diyar kir ku berpirsên Sûriye, Kurd û Amerîkayê hewlên xwe zêde kirine da ku beriya dawiya îsal, di peymana tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav artêşa Sûriyeyê de pêşketinekê bi dest bixin û peymanê ji têkçûnê rizgar bikin.
Peyman 10ê Adara 2025an di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatibû îmzekirin.
Armanc tevlîkirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser ên nav hikûmeta Şamê bû.
Li gorî çend çavkaniyên agahdar ên ku ji Reutersê re axivîne, tevî ku ji ber derengketina bicihanîna peymanê dilgiranî zêde bûne, rojên dawî gotûbêjên di navbera aliyan de bileztir bûne.
Lêbelê hinek çavkaniyan hişyarî daye ku îhtimala bipêşketineke mezin kêm e.
Pênc çavkaniyan amaje pê kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê pêşniyareke nû daye HSDyê.
Li gorî berpirsekî Sûriyeyî, berpirsekî Rojavayî û 3 berpirsên Kurd, di pêşniyarê de Şamê amadebûna xwe nîşan daye ku HSD nêzîkî 50 hezar şervanên xwe li ser 3 yekîneyên sereke û çend lîwayên biçûktir dabeş bike.
Merc ew e ku fermandariya beşek ji wan hêzan di destê Şamê de be û herêmên Rêveberiya Xweser jî li ber hêzên din ên artêşa Sûriyeyê bên vekirin.
"Parastina rûmetê" û dirêjkirina gotûbêjan
Reutersê nivîsî, "Ne diyar e bê gelo ev raman dê serbikeve an na."
Çend çavkanî îhtimala peymaneke berfireh di kêliyên dawî de dûr dibînin û dibêjin pêwîstî bi gotûbêjên zêdetir heye.
Tevî vê yekê berpirsekî HSDyê ji ajansê re gotiye, "Em ji her demê bêhtir nêzîkî peymanê ne."
Berpirsekî din ê welatên Rojavayî ragihand, her daxuyaniya ku rojên bê were dayîn, beşek jê ji bo "parastina rûmetê", dirêjkirina maweyê û parastina aramiyê ye li welatekî ku salek piştî rûxîna Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed hîn jî rewşa wê ne aram e.
Li gorî piraniya çavkaniyan, tişta ku bê ragihandin nagihêje asta tevlîbûna tam a HSDyê ya nav saziyên leşkerî û hikûmetî ya beriya dawiya îsal, wekî ku di peymana 10ê Adarê de hatibû diyarkirin.
Di raporê de hat gotin, "Têkçûna di çareserkirina şikestina her kurt a Sûriyeyê de dibe sedema metirsiya pevçûnên çekdarî.
Ev jî dikare rê li ber derketina welêt ji encamên şerê 14 salan bigire û îhtimal heye Tirkiye jî tevlî şer bibe ku gefa êrişê li şervanên Kurd dixwe."
Her du alî hevdû bi derengxistin û niyeta xirab tohmetbar dikin.
HSD ne amade ye dev ji wê xweseriyê berde ku wekî hevpeymana sereke ya Amerîkayê di dema şer de li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê bi dest xistiye.
Li gorî Reutersê, çend çavkanî dibêjin ku Amerîkaya ku piştgiriya Ehmed Şer dike û daxwaza piştgiriya cîhanê ji bo hikûmeta wî ya demkî dike, peyaman di navbera HSD û Şamê de vediguhêze, navbeynkariya gotûbêjan dike û han dide ku peyman çêbibe.
Tirkiye dibêje "sebir nemaye"
Piştî ku gera mezin a gotûbêjan a havînê bê encam ma, alozî zêde bûn û xeynî vê carinan li çend eniyên nêzîkî navçeyên Rêveberiya Xweser pevçûn rû didin.
Berpirsekî Sûriyeyî dibêje, maweyê dawiya salê yê ji bo tevlîkirina hêzan wekî xwe maye û neguheriye, tenê "gavên veneger" ên ji aliyê HSDyê ve dikarin bibin sedema dirêjkirina maweyê.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja pêncşemê ragihand, ew naxwazin serî li rêya leşkerî bidin lê hişyarî da ku sebira wan a li hemberî HSDyê "diqede."
Reuters dibêje berpirsên Kurd "giringî nedane maweyê diyarkirî" û dibêjin ew pabendî gotûbêjan in ji bo gihiştina bi tevlîbûneke dadmend.
Berpirsê Rêveberiya Xweser Sîhanok Dîbo ji ajansê re gotiye, "Garantiya herî bi bawer ji bo berdewamiya peymanê di naveroka wê de ye ne di dema wê de."
Dîbo amaje bi wê yekê jî kiriye ku dibe bicihanîna hemû xalên peymanê heta nîvê sala 2026an biajo.
HSDyê meha çiriya pêşîn pêşniyar kiribû ku hêzên xwe careke din organîze bike û li ser yekîneyên cografî û çend lîwayan dabeş bike.
Ne zelal e bê gelo razîbûna Şamê ya ji bo wê pêşniyarê dê HSDyê razî bike ku dev ji kontrola navçeyên xwe berde an na.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Şamê Ebdulkerîm Omer ji Reutersê re ragihand, pêşniyara ku ji bo raya giştî nehatiye eşkerekirin, "hûrgiliyên lojîstîk û îdarî dihewîne ku dibe bibin sedema nakokiyan û proseyê bi paş bixin."
Her wiha berpirsekî bilind ê Sûriyeyê ji Reutersê re gotiye, di bersivê de "nermî heye ji bo hêsankirina gihiştina bi peymanekê ku peymana meha Adarê bi cih bîne."