TAYBET - Bihar li Heleb û Efrînê piştgiriyê dide projeyan
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Biharê ragihand ku ew dê bi 9 projeyan piştgiriyê bidin Efrînê û ew dê piştgiriyê bidin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî.
Rêxistinê ji bo kampanyayeke ji bo Helebê 3,6 milyon dolar terxan kirin.
Rêxistina Biharê ji bo piştevaniya projeyên xizmetguzariyê yên li parêzgeha Helebê, herêma Efrînê û taxên Kurdan ên bajêr jî di nav de, 3,6 milyon dolar ji bo kampanyaya "Heleb Sit el-Kul"ê bexşandin.
Birêveberê Rêxistinê Goran Ehmed ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ev pereyên hatine bexşkirin beşek ji projeyên wan ên giştî ne.
Goran Ehmed destnîşan kir ku ew piştevaniya darayî ji "wezaretên karên derve yên Amerîka, Brîtanya, Fransa, ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên Almanyayê" werdigirin.
Li Efrînê 9 proje
Goran Ehmed eşkere kir ku ew pereyê hatiye bexşandin 15 projeyan li xwe digire û 9 ji wan li Efrînê ne û got:
"Proje dê curbicur bin, hinek jê tenduristî û hinek jî têkildarî ewlehiya xwarinê, avakirin û parastina jin û zarokan in."
Wî amaje pê kir ku niha li Efrînê projeyên perwerdeyê nînin û got, "Lê dibe ku sala bê em vê yekê bibînin."
Şêx Meqsûd û Eşrefiye
Li gorî gotina Goran Ehmed, "Bihar" dê di demeke herî nêzîk de, piştî sersala nû li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest bi kar bike.
Goran Ehmed rewşa Şêx Meqsûdê bi rengê "xerab" wesifand û diyar kir ku ew dê bi "heman projeyên ku ji bo Efrînê hatine veqetandin" piştgiriyê bidin van taxan.
Li aliyê din, rêxistin li herêmên gundewarê Şamê yên wekî Dûma û Herestayê kar dike lê li gorî daxuyaniya Goran Ehmed, piştgiriya wan ji bo taxên Kurdan ên "Ruknedîn û Zorava" yên li paytextê nîne.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Rêxistina "Bihar"ê ji sala 2017an ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Dêrezorê çalak e û li Hisîça (Hesekê) û Reqayê jî nivîsgehên (ofîs) wê hene.
Birêvebirê Rêxistinê diyar kir ku ew li wan herêman li ser qadên perwerde û parastina jin û zarokan hûr dibin û piştî sersalê ew dê dest bi projeyên têkildarî kêmbûna xwarinê bikin.
Goran Ehmed li ser pêdiviyên sereke jî got, "Li Efrîn û Sûriyeyê bi giştî rewş xerab e, bi taybetî rewşa jiyanî û di hemû waran de pêdivî heye."
Rêxistina navborî rêxistineke nehikûmî ye û navenda wê li Tirkiyeyê ye.
Li gorî malpera wê ya fermî, ev rêxistin sala 2012an ji aliyê Sûriyeyiyên ku di warê bijîşkî de dixebitîn û ji şerê Sûriyeyê reviyabûn ve hatiye damezirandin.