Li Çiyayê Kurdan û gundewarên Laziqiyê tenê ew mane

20-02-2016
RÛDAW
Laziqiye
Laziqiye
A+ A-

Laziqiye (Rûdaw) - Piştî berfirehbûba operasyonên leşkerî li gundewarên bakurê Lazqiyê,  hejmarek ji rêxistinên mirovî dest bi kişandina amûr kirin û ji tirsê êrîşan, çalakiyên xizmetguzariyê rawestandin…


Tenê Encûmena xwecehî ya gundewarên Lazqiyê ku heta niha li ser karên xwe berdewam dike û tekez dike, xelkê sivîl di rewşeke xirab dijî û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.


Berpirsê Encûmena Xwecehî li gundewarên Lazqiyê ji Rûdawê re axivî û got, em berdewam xizmeta xelkê xwe li gundewarên Lazqiyê dikin. Rast e hinekî xizmet kêm bûye lê em li ser kar berdewam in, ji ber ku 190 malbat li kampên ser sînorê Tirkiyê di nav konan de hene, hejmara karmendan kêm bûye, hinek karmend bi malbatê xwe re çûne cihên aram. Hin ji wan çûne Tirkiyê û hejmarek jî berê xwe dane Idlibê.


Ji karên sereke yên Encûmena xweccêhî ،peydakirina ava vexwarinê, pêşkêşkirina selkên xwarinê û kincên zarokan, herweha çêkirina rêyên ku ji ber bombebaranê têk çûbûn. Piraniya rêyên gundewarên Lazqiyê ji ber bombebarana rêjîmê xira bûne.


Yek ji wan kesên ku mijûlî çêkirina rê bû, ji Rûdawê re got, em weke dezgehan, xizmeta xelkê sivîl dikin, em rêyan çêdikin, em av û xwarinê pêşkêşî wan dikin. Ji ber bombebarana Rûsya piraniya xelkê sivîl koçber bûne, lê hinek ji wan li vir mane û naçin, em xizmeta wan dikin û emê li vir bin.


Tevî topbarana tund ku li ser gundên wan tên kirin hejmareke kêm ji xelkê sivîl di nav malên xwe de mane. Li gor gotina wan, ewê li wir bimînin û hîn hêvî dikin ku şoreşa Sûriyê bi ser keve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst