Heleb (Rûdaw) - Ev demeke dirêje ku çekdarên DAIŞê av ji ser bajarokên Til Eran û Til Hasilê qut kiribûn, lê ji ber bombebarakirina bendava Til Hafir ji aliyê balafirên Rûsya ve, careke din av vegeriya nav wan herdu bajarokan.
Herdu bajarokên Til Eran û Til Hasil ku dikevin rojhilata Helebê di destê hikûmeta Sûriyê de ne, û hejmara kurdan li wan herdu bajarokan, nêzîkî 50 hezar kesî ye.
Piştî qutbûna avê çend salan, ava xeta Til Eran û Til Hasil vegeriya.
Li gorî hin nişteciyên bajarokên kurd Til Eran û Til Hasil ên dikevine rojhilatê Helebê, piştî çend salan ku rêxistina DAIŞê ava cihokên tên herdu bajarokan qut kiribû, roja Şemiyê careke din av vegeriya û di wan cihokan de herikî.
Hin nişteciyên wan herdu bajarokan ji Rûdawê re ragihandin, ku vegera avê di nav wan cihokan de di encama bombekirina balefirên Rusî de li ser bendava Dêr Elhafirê çêbû, ku ew der li bin destê DAIŞê ye.
Ew cihokên avê yên tên herdu bajarokan ji Çemê Feratê hatine kişandin û DAIŞ li navçeya Dêrhefir rê li ber herikandina wê girtibû.
Nişteciyên wan herdu bajarokan bi herikandina avê gelekî kêfxweş bûn, ji ber ku jiyana wan li ser çandiniyê ye û ew cihok roleke mezin di wê çandiniyê de dilîze.
Tê zanîn ku, li rojhilata Helebê tev bajarokên Til Eran û Til Hasilê pênc gundên kurdan hene, ku hejmara wan bêhtir ji 50 hezarî kurd in û ew bi ser kurdên Babê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse