Hewlêr (Rûdaw)- Namzedê serokatiya Sûriyê Hesan el-Nûrî rexneyên tund li siyaseta serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed dike û dibêje ku serdemna yek serkirde û qaîd li Sûriyê bi dawî hatiye.
Hesan el-Nûrî ku karesazekî navdar ê Şamê ye, di hevpeyvîneke ligel rojnameya el-Weten a nêzîkî hikûmeta Sûriyê de diyar kir ku siyaseta Beşar Esed ya aborî, îdarî û civakî ne serkeftiye.
El-Nûrî bal kişand ku divê rola civaka sivîl di qonaxa bê de xurt bibe û tekîd kir ku pêwsîte di warê ewlekariyê de reform bên kirin û herwiha kampaniyên girtinê yên bêserûber jî bên kontrolkirin.
Rikberê Beşar Esed got ku serdema yek serkirde li Sûriyê bi dawî hatiye û di nêrîna wî de, Sûriya piştî hilbijartinan wê ne wek Sûriya berî hilbijartinan be.
Hesan el-Nûrî ku xwe wek nûnerê aliyê sêyem ê bêdeng ji gelên Sûriyê dide naskirin, dezgehên hikûmeta Sûriyê bi wê yekê tometbar kirin ku alîgiriyê dikin û piştgiriyê didin Esed.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse