Ehmed Şer ji ber axaftina bavê xwe lêborîn xwest
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ji ber gotinên bavê xwe yên di podkastekê de ku li ser medyaya civakî bûbûn sedema hêrseke mezin, ji xelkê Dêrezorê lêborîn xwest.
Ehmed Şer bi rêya telefonê bi Parêzgarê Dêrezorê û hinek rûspiyên parêzgehê re axivî.
Wî diyar kir ku xelkê Dêrezorê li cem hemû Sûriyeyiyan xwedî cihekî mezin e û got:
"Xelkê Dêrezorê delalê me ye, pişta me ye û taca serê me ye."
"Ew heqaret birînek e li min ketiye"
Serokkomarê Sûriyeyê anî zimên ku ew heqareta li xelkê Dêrezorê hatiye kirin ewilî li wî ketiye.
Ehmed Şer bal kişand ser dîroka xelkê Dêrezorê û destnîşan kir ku “helwestên wan ên neteweyî” ji gotinan mezintir in û şahidiya wan dikin.
Wî her wiha da zanîn ku wan mafên xelkê Dêrezorê parastî ne.
Ehmed Şer eşkere kir ku tiştê qewimiye dibe ku xeletiyek be yan jî di dema gotûbêjê de hinek hevok hatibin qûtkirin.
Wî li ser navê bavê xwe ji xelkê parêzgehê lêborîn xwest û hezkirina xwe ya ji bo xelkê navenda Dêrezorê û gundewarên wê anî zimên.
Bavê Ehmed Şer daxuyanî da
Husên Şerê bavê Ehmed Şer jî li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kir.
Husên Şer got ku gotinên wî di dema montajê de ji naveroka xwe hatine derxistin.
Wî eşkere kir ku axaftina wî li ser valahiya di navbera gundewar û bajaran de bûye ku ji ber siyasetên berê yên dûrxistinê derketiye.
Bavê Ehmed Şer diyar kir ku mebesta wî qet ew nebûye ku heqaretê li xelkê Dêrezorê bike.
Husên Şer ragihand ku têkiliyên wî yên xurt bi xelkê parêzgehê re hene û wî xwestiye ku ew gotinên bêbingeh ji hevpeyvînê bên jêbirin.
Li gorî gotina wî, axaftina wî li ser wergirtina berpirsyariyan a ji aliyê xelkê gundewar û bajaran ve bûye.
Bavê Serokkomarê Sûriyeyê di podkastekê de hinek gotin bi kar anîbûn ku ew ji aliyê gelek kesan ve wekî heqaretekê hatin dîtin û li Sûriyeyê li ser medyaya civakî rastî rexne û bertekên gelekî tund hatin.