Hewlêr (Rûdaw) - Bavê zarokek sava ya Fransî ew revand û bi xwe re bire Sûriyê û tevlî rêxistina îslamî ya Cebhet el-Nusra kir da ku bi gotina wî, bibe “şehîd”.
Asya, zarokeke Frensî ye û bi regezê xwe Ereb e, temenê wê nêzîkî 2 sal in, ew derbasî dîroka DAÎŞê û Cebhet el-Nusra dibe ji ber ku bûye biçûktirîn “şervan” di şerê Sûriyê de.
Di hevpeyvîna ku Televizyona Al-Arabiya bi dayika wê Meryem Rehîm re pêk anî, Meryem dibêje ku jiyana wê serûbin bû piştî ku hevjînê wê zaroka wê ya 2 salî bi xwe re bir bereyên şerê li Sûriyê.
Dayika ku li bajarê Efînon yê Fransa dimîne, got ku wê biryar de ji hevjînê xwe cuda bibe piştî ku rewşa wî hatibû guhertin û dest ji karê xwe berdabû û demên dirêj li ser internetê derbas dikir û têkiliyên wî bi grûpeke ciwanên radîkal re çêbibû.
Meryemê got, tevî ku ew û hevjînê wê ji hev cuda bibûn, wê her 2 hefteyan carekê serdana keça xwe dikir û wiha domand, “Di meha cotmeha borî de û ji nişka ve êdî min nema ew li malê didîtin lê piştî çend rojan hevjînê min ji Tirkiyê bi min re axivî û got ku ewê herin Sûriyê" .
Dayika Asyayê got ku piştî demekê hevjînê wê wêneyeke keça wê jê re şand ku serbendeke reş li eniya wê hatibû pêçan û dirûşma Cebhet el-Nusra li ser hatibû nivîsandin.
Meryemê got ku hevjînê wê jê re gotiye ku wê keça xwe ya biçûk tevlî şerê Sûriyê bike da ku bi gotina wî bibe “şehîd”.

Bavê Asya û Asya (ev wêne ji Sûriyê ji dayika Asyayê re hatiye şandin)
Dayika Asyayê, Meryem
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse